Koreya Bakur beşdarî olîmpiyatên li Koreya Başûr dike

her du Kore nêzî hev dibin
کوردستان TV
100%

Karbidestên payabilind yên Koreya Bakur û Koreya Başûr piştî du salan cara pêşî kom bûn.

Piştî civînê Koreya Bakur biryar da ku şandeyeke bişîne Olîmpîyatên Zivistanê yên 2018’an, ku dê li Koreya Başûr li dar keve.

Karbidestên her du dewletan li Mala Aştîyê ya li Panmumjomê, ku li sînorê di navbera her du dewletan de ye, civîyan.

Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un, di axaftina sersalê de bo beşdarbûna olîmpîyatên zivistanê bi awayekî erênî axifîbû û piştre Seulê jî pêşnîyaza hevdîtineke payabilind kiribû.

Ji her du dewletan pênc karbidestên beşdarî civîna her du dewletan bûn.

Olîmpîyatên Zivistanê, di 9-25’ê Sibatê de dê li Pyeongchang ya Ganwonê li dar keve.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.