Li navçeya Sêmêl a ser bi parêzgeha Dihukê, ji ber hilweşîna avahiya nexweşxaneyekê ku di qonaxa çêkirinê de bû, 10 karker birîndar bûn.
Serokê Liqa Dihukê yê Sendîkaya Karkerên Kurdistanê Îsa Nesrî ragihand ku îro beriya nîvroyê, dema ku çîmeto li avahiya nexweşxanyeke taybet dihate kirin, avahî hilweşiya û di encamê de 10 karker birîndar bûn û ber bi nexweşxaneyan hatin rakirin.
Îsa Nesrî diyar kir, ku li ser bûyerê dest bi lêkolînê kirine da ku sedema hilweşîna avahiyê aşkere bikin.
Nesrî herwiha destnîşan kir: “Birînên sê karkeran giran in.”
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin