Hikûmeta Kurdistanê jî dohê di vê derbarê de daxuyaniyek weşandibû.
Wezareta Derve ya Îranê ragihand, ti belgeyek nîne ku nîşan bide destê Herêma Kurdistanê di aloziyên vê dawiyê yên Îranê de hebûye.
Çend roj berê fermandeyê berê yê pasdarên Îranê û sekreterê encumena destnîşankirina berjewendiyên Îranê, Muhsin Rizayî buxtan li Herêma Kurdistanê dabû û gotibû, destê Herêma Kurdistanê jî di aloziyên Îranê de hebûye.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî duh bersiva Rizayî dabû û daxuyaniya wî komîk nirxandibû.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Behram Qasimî jî îro li ser vê mijarê daxuyanî da û ragihand, daxuyaniyên serokwezîrê Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî li ser vê mijarê girîng e.
Behram Qasimî her wiha da xuyakirin, ti belgeyek nîne ku nîşan bide destê Herêma Kurdistanê di aloziyên Îranê de hebûye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin