Serokê Ajansa Îstixbaratî ya Navendî ya Amerîkayê (CIA) Mike Pompeo diyar ki ku Rûsya û hin welatên din dixwazin zararê bidin hilbijartinên Kongresê.
Servîsên îstixbaratê yên Amerîkayê ragihandibû ku Rûsya, di sala 2016’n de bo ku Donald Trump bibe Serok, mudaxeleyî hilbijartinan kiriye.
Pompeo, di kanala CBS de da zanîn ku maytekirina Rûsya ji demeke dirêj ve heye û didome.
Ser pirsa Moskow niha hewil dide ku zararê bide hilbijartinên Amerîka? Pompeo got: Erê, bi dehan sal in hewil dide. Ne tenê Rûsya, jiber welatên din jî ez ketime fikaran’’ Pompeo got û lê wî ser vê gotinê ti hûrgilî neda.
Pompeo got.: Gelek dijminên me yên ku dixwazin zararê bidin demokrasîya rojava hene.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin