Parlamenterê Rihayê yê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) Osman Baydemir, li Izmîra ku di çarçoveya bernameyên partiya xwe de çûbûyê hatibû binçavkirin. Baydemir piştî ku bi rêya SEGBISê îfadeya xwe da serbest hate berdan.
Parlamenterê Rihayê û berdevkê HDPê Osman Baydemir ji bo bernameyeke partiyê çûbû Îzmîrê. Ji ber ku Dadgeha Cezaya Asliye ya Şirnexê bi şev ne amade bû Osman Baydemir niha li mêvanxaneya SGK tê girtin.
Osman Baydemir îro seat li 09.00an li edliya Îzmîrê bi rêya sîstema deng dîmen (SEGBÎS) dest bi dayina îfadeya xwe kiribû. Piştî ku Baydemir îfadeya xwe da, serbest hat berdan.
Baydemr xwestibû kiryarên 27ê Berfanbara 2015ê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê li hemberî cenazeyan hatî kirin protesto bike, piştre bi hêceta ku "yasaya xwepêşandan. meş û civînan binpê kiriye" doz li hemberî wî hatibû vekirin. Parlamenterê Rihayê dê ji ber vê doze îfadeya xwe bide.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin