Erdoğan bi protestoyan hat pêşwazîkirin

protesto ji aliyê Rêxistina Rojnamegerên sînornenas hatiye organîzekirin
کوردستان TV
100%

Seredana Serokomarê Tirkiyeyê Receb Tayyip Erdoğan bo Parisê, ji aliyê gelek rêxistinên mafên mirovan û sivîl-demokratan ve hate protesto kirin.

Rêxistina Rojnamegerên sînornenas li pêş avahiya Balyozxaneya Tirkiyeyê li Parîsê, protestoyek girseyî li dijî Erdoğanî lidar xistin. Xwepêşandêran wêneyên rojnamegerên li Tirkiyeyê girtîne hildan û Tirkiyeyê bi girtîgeha rojnamegeran binav kirin.

Rêxistina navneteweyî ya feminist Femen jî, Erdoğan wekî kujerê azadiyan protesto kirin. Çendîn jinên cilên xwe ji xwe kirî, li ser laşên xwe nivîsandin: Mafê Kurdan nas bike, Mafê jinan nas bike, Azadiyên mafên mirovî nas bike!

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.