Femenîstên Franseyê dijî Erdogan xwepêşandan kirin

Femenîstên Fransî bo Erdogan: Tu qatilê mafên mirovayî
کوردستان TV
100%

 

Femenîstên Frensî ji Erdogan re gotin: Qatil mafên mirovan.

Rêxistina femînîst ya navdar FEMEN ku bi çalakiyên xwe yên tazî tê naskirin, îro li Parisê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan protesto kirin û jê re gotin, 'Qatilê mafê mirovan.'

Şaxê FEMENê ya li Fransayê, di ser hesabê xwe yê tiwitterê ku li Tirkiyê, berî serdana Erdogan bo Fransayê hatibû astengkirin ragihand ku, ev protesto ji bo, mafên LGBT, azadiya çapemeniyê û mafên kurdan tê li darxistin.

Aktivîstên FEMENê, dirûşma ‘Qatilê mafê mirovan Erdogan' qêriyan.

Hesabê FEMENê yê Twitterê yê li Tirkiyê jî protesto weha ragihand: "Erdogan îro di firavînê de bi Macron re hate gel hev. Tiştên ku Erdogan xwarin û qedandin: Mafên jinan, mafên hevzayendan, mafên kurdan, mafên rojnamegeran.

Vîdeoyeke aîdê çalakiyê li ser hesab3e Facebookê yê Ajansa RT jî hate belav kirin.

 

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.