Di hevdîtina ku wê roja sêşemiyê navbera herdu welatan bê kirin da pêşvebirina têkiliyên dualî wê xala sereke be.
Hat ragihandin ku Koreya Bakur pêşniyaza hevdîtinê ya Koreya Başûr a ji bo 9ê rêbendanê, qebûl kir.
Berdevkê Wezareta Tevîhevbûnê ya Koreya Bakur Baek Tae-hyun civîna çapemeniyê li dar xist û got ku rêveberiya Pyongyangê pêşniyaza hevdîtinê ya rêveberiya Seulê qebûl kir.
Berdevk Baek destnîşan kir ku hevdîtin 9ê rêbendanê roja sêşemiyê ye û di hevdîtinê da ewilî xalên rojeva sereke ya hevdîtinê, têkiliyên dualî ku wê çawa dewam bikin û asta komên xebatê wê bên kifşkirin.
Pêşengê Koreya Bakur Kim Jong-un di xeberdana xwe ya serê salê da gotibû ew dikarin heyetekê bişînin Olîmpiyatên Zivistanê ya PyeongChang a 2018an ku wê li Koreya Başûr bê kirin. Kîm ji bo hevdîtina li ser meseleyê ji cîranê xwe ra derî vekir.
Wezareta Pevgihîştinê yê Koreya Bakur jî xwest ku ew beriya olîmpiyatan bi rêveberiya Kîm ra hevdîtineke payebilind bikin û ev yek pêşniyaz kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin