Wezareta Derve ya Amerîka belav kir ku Pakîstan di têkoşîna dijî terorê ya li ser axa xwe ne serkeftiye û jiber vê Amerîka hemî alîkariyên bo wî welatî rawestandiye.
Wezaretê da zanîn ku heta ku Îslamad dijî koma Heqanî û Talîbana Efxanistanê dest bi têkoşînê neke ewê Amerîka biryara xwe neguherîne.
Wezareta derve ya Amerîkayê duhê jî ragihandibû ku li Pakîstanê azadiyên olî bi awayekî tund têne binpê kirin û ew xistibû lîsteya çavdêriya taybet.
Beriya nihaSerokê Amerîka Donald Trump gotibû ku tevî hemî alîkariyên wan yên bo Pakîstanê jî Îslamabad terorîstan dihewîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin