Jeppeyê Li Serê Çiyê" ya Ludvig Holbergî bi Kurdî hat weşandin

ev berhem berhemeke şanoyiye
کوردستان TV
100%

Weşanxaneya Lîsê yek ji şanoyên Ludvig Holberg nivîskarê Skendînevî ya bi navê Jeppeyê "Li Serê Çiyê" bi Kurdî weşand.

Weşanxaneya Lîsê komedîya bi navê Jeppeyê Li Serê Çîyê (Jeppe på bjerget) a ji pênc perdeyan pêk tê ya Ludvig Holberg weşand. Pirtûk bi wergera ji Danîmarkî ya nivîskar û wergêrê Ezîzê Gerdenzerî ve hatiye amadekirin û weşandin.

Ev komedîya ku yek ji komedîyên pêşîn ên şanoya neteweyî ya Danîmarkî ye di sala 1722yan de li şanogeha Danîmarkî ya pêşîn a li ser Kolana Lille Grønnegadeê hatiye pêşkêşkirin û ji wê demê û vir ve bûye yek ji komedîyên sereke yên şanoya Skendînevî.

 Weşanxaneyê danasîna pirtûkê bi van gotinan kiriye:

“Şano yek ji warên hunerê yên serekî ye ku, çawa ku Ludvig Holbergê nivîskarê Jeppeyê Li Serê Çîyê gotiye, bi wê, "Civak dersa xwe ji dîtina çavan hiltîne" hunera şanoyê ya ku di nava qurn û dewrên mirovahîyê re hem bi şêweyekî zargotinî, hem jî bi rêya lîstin û pêşkêşbûna li ser dikê li ber çavên xelkê ji hemû civakên cîhanê re bûye awêne û vê hunera berfireh bi derfetên xwe yên dîtbarî ve kiriye ku civak bi rêya zimanekî yekgirtî û hevbeş û kêlîyên pêşkêşbûna alîyên komîk an jî trajîk ên jîyana civakî xwe paktir nas bikin û pê de pê de bibin netewe.”

Ludvig Holberg nivîskarê Skendînevî (j. 1684, Bergen, Norwêc – m. 1754, Kopenhagên, Danîmarka) yê edîbê pêşeng ê Serdema Rewşenbîrî ye ku hem Norwêc, hem jî Danîmarka xwedîtîyê lê dike.

Pirtûk û çapkirî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.