Şanda Herêma Kurdistanê ji bo hurbînkirina mûçeyên Wezaretên Perwerde û Wezareta Tendirustiyê Herêma Kurdistanê gihişte Bexdayê.
Birêvebirê Giştî yê Pilandanîna Perwerdeyê di Dezareta Perwerdeya Herêma Kurdistanê de û endamê wê şandê Yûsif Osman ragihand, şanda wan îro danê sibehê ji bo pêkanîna civînan û hurbînkirina mûçeya fermanberên herdu wezaretên perwerde û wezareta tendirustiyê yên Herêma Kurdistanê gihişte Bexdayê.
Yûsif Osman eşkere kir, di vê serdanê de dê çend civînan ligel aliyên pêwendîdar li Bexdayê pêk bînin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin