Endamê rêveberiya PDKê Aras Heso Mîrxan amaje bi vê yekê kir ku Tevgera Goran û Komela Îslamî ya Kurdistanê hewl didin giftûgoyên herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê têkbidin.
Aras Heso Mîrxan ragehand, eger heye di demeke nêzîk de şandeke teknîkî û hunerî serdana Bexda bike, lê ‘’Ne merce di yekemîn şandê de serokwezîrê herêma Kurdistanê serokatiya şandê bike.’’
Herwaha amaje bi serdana îro 04.01.2018ê ya şanda Gorran û Komela Îslamî ya ji bo gel Ebadî jî ragehand: ‘’Goran û Komel dixwazin asteng bo giftûgoyên tên bendewarî kirin ên di navbera herêma Kurdistanê û Iraqê de têkbidin.’’
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin