Serokê Çînê ferman da: Ji şer û mirinê re amade bin

Serokê Çînê fermaneke girîng daye xelkê vê welatî
کوردستان TV
100%

 

Serokê Dewleta Çînê Şi Cinping bangî bi hezaran leşkerên xwe kir û fermana ku ji şer û mirinê re amade bin da.

Piştî damezrîner Mao Zedung, Şi Cinping wek serokê herî bi hêz yê Çînê tê qebûlkirin. Cinping ji 7 hezar leşkerên xwedî çekên giran re axivî û wiha got: Fermanên Partiya Kominîst a Çînê bi cih bînin û ne ji astengiyan û ne jî ji mirinê bitirsin.

Şi Cinpingê ku ji bo Çînê bike dewleta herî bi hêz a cîhanê, gelek proje amade kiribûn û xistibûn rewacê. Ji aliye din ve jî armanc kiribû ku di sala 2050î de bibe xwediyê artêşa herî bi hêz.

Şi Cinping li herêma bakurê Hebeiyê, bi cilên qemûflajê hîtabî leşkeran kir. Serokê çînî di axaftina xwe de got: Artêşa me divê herdem ji şer re ama de be, di mûxaberebeyê de çavvekirî be û di sedsala nû de daxwazên partî û gel bi cih bîne.

Rojnameya Partiya Kominîst a Çînê jî nivîsand ku, axaftin û fermanên Şi Cinping, bi kêf û coş û çepikên xurt ve hat pêşwazîkirin. Li gor daxuyaniya nûçeyê ji bo axaftina Şi Cinping, li giştiyê Çînê li çar hezar baregehan leşker kom bûn. Leşkeran berê xwe dan ala Artêşa Azadiya Gel û bi sûnda ku xwarin ve îtaet ji Şi Cinping kirin.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.