Kurd û sune boykota civîna parlementoyê kirin

Kurd li dijî projeya bûdceya Îraqê, civîn boykot kirin
کوردستان TV
100%

Firaksiyonên Kurdistanî beşdariya civîna parlementoya Îraqê nekirin.

Biryar bû îro parlementoya Îraqê bo giftûgo kirin û pejrandina proje bûdceya sala 2018an ya Îraqê bicive.

Lêbelê firaksiyonên Kurdistanî jiber neheqiyên ku di proje bûdceyê de derheq gelê Kurdistanê hatine kirin, li dijî vê projeyêne jiber vê çendê jî îro firaksiyonên Kurdistanî li gel aliyên sune, boykota civîna parlementoya Îraqê kirin.

Jiber boykot kirina firaksiyonên Kurdistanî û aliyên sune, rêjeya yasayî nehat bidestxistin lewre civîna parlementoyê jî nehat lidarxistin û bo sibê hat paşxistin.

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.