Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku 31ê Berfanbara 2017an de helîkoptereke Mi-24 ku li Sûriyeyê peywira xwe dikir ji ber sedemeke teknîkî ketiye.
Hat gotin ku gava helîkopter ber baregeha hewayî ya Hemayê ve diçû ketiye û wezaretê ragihandiye ku herdu pîlotan jî jiyana xwe ji dest daye.
Herwiha wezaretê ragihand ku "berî ku helîkopter bigihêje baregehê bi 15 kîlometreyan daketiye û du pîlotan jiyana xwe ji dest daye. Teknîsyenê helîkopterê yê birîndarbûyî jî bo baregeha Hmeymimê hat rakirin û alîkariya bijîşkî jê re hatiye kirin."
Ji aliyê din ve, wezaretê destnîşan kir ku ti gule li helîkopterê nehatine reşandin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin