Fincana Jehrê" ya Hoseng Osêyî hat weşandin

dîwan ji aliyê Avestayê ve hatiye weşandin
کوردستان TV
100%

Dîwana Hoşeng Osê ya bi navê “Fincana Jehrê" - Ji rojnivîsên şervaneke winda) di nav weşanên Avesta de derket.

Dîwana Hoşeng Osê ya bi navê “Fincana Jehrê - Ji rojnivîsên şervaneke winda) di nav weşanên Avesta de derket.

Bendeka dîwanê

Gunehên ku we li vira çandin, bûne çiya

hemû bahozên Xwedê nikarin wan ji kezeba jiyanê rakin

Gunehên ku we li wira çandin, bûne bahoz

hemû çiyayên Xwedê nikarin xwe li ber wan ragirin

Ehrîman van gotinan li ser kêla gora xwe nivîsand

Fincana jehrê vexwar û gora xwe ji min re hişt.

Hoşeng Osê kî ye?

Helbestvan, nivîskar û rojnamevan e. Di 5/1/1976ê li bajarê Dirbêsiya Binxetê, rojavayê Kurdistanê, hatiye jiyanê. ji sala 2000î û vir de xwe ji nivîsandinê re vala kiriye û bi zimê kurdî û erebî dinivîsîne. Nivîsên wî yên bi erebî di gelek rojnameyên navdar yên cîhana ereb de belav bûne, weke: Elhayat, Elşerq-elewset, Elereb, Elqudus-elerebî, Elmusteqbel, Elkhlîj...

Nivîsên wî yên bi kurdî di gelek rojname û kovaran de derketine, weke: Azadiya Welat, Basnews, kovara W... hwd. Karê rojnamegeriyê di kovara "Sorgul" û "Roj Tv" de kiriye. Endamê PENa Kurd, PENa Flaman (Belçîka), PENa Navnetewî ye. Endamê yekîtiya nivîskar û yektiya rojnamevanên Sûriyê ye. Gotar û nivîsên wî hatine wegerandin bo ingilîzî û tirkî û di rojnameyên weke Radîkal, Günlük û Eljezîre turk de hatine belavkirin.Helbestên wî bo holandî, ingilîzî û fransî hatine wegerandin.

Di dawiya sala 2008an de û ji ber nerîn û nivîsên wî hêzên ewlekariya rêjîma Sûrî avêtin ser mala wî û xwestin wî bigrin lê ne li malê bû, piştre ji Sûriyê reviya Tirkiyê, di havîna 2010an berê xwe da Yewnanistanê û ji wir jî çû Belçîka. Ji 2010an li Belçîka dijî.

Berhemên wî:

- Ji evînê re pêxember e... ji birînê re perdekeştiye (Helbest, erebî, 2001)

- Rewagotinên şîn (Helbest, erebî, 2004)

- Dara sawêrên tî (Helbest, kurdî, 2006)

- Gotinên ku şehîd ketine (Helbest, erebî, Semakurd, 2009)

- Şopa xezalê û rojnivîsên pezkoviyekî (Helbest, kurdî, Dihok, 2012)

- Gerdeniyên ji agirê gunehbar (Helbest, erebî, Amman, 2016)

- Bargiraniyan Baweriyê: aloziya pirsê û dilbijokiya xeyalan (Roman, erebî, Bêrûd, 2016)

Pirtûk û çapkirî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.