Rojname û Kovarên kurdî yên di dema Dewleta Osmanî de derketine

di dema osmaniyan de çapemeniya Kurdî çalak bûye
کوردستان TV
100%

Yekem rojnameya kurdan di sala 1898an de derket. Bi vî awayê em dikarin bibêjin ku dîroka weşanên kurdî yên çapemeniyê wê salê dest pê kiriye. Ji ber astengiyên li hember ziman û siyaseta kurdan yekem rojname li derveyê welat li Qahîreyê dest bi weşanê kir.

Ekrem Altun

Me ji bo we kovar û rojnameyên di dema Dewleta Osmanî de derketine bi kurtasî berbihev kir.

Rojnameya Kurdistan (1898)

Yekem rojnameya Kurda ye. Di sala 1898 de li Kahîre dest bi weşanê kir. Berpirsiyar Miqdat Mithad Bedirxan e. Rojname bi zimanê Kurdî, Tirkî û Erebî derdiket.  Bi tevahî 31 yek hejmar derketine. Jimara dawiyê di sala 1902yan de li Cenevrê derketiye.

Rojnameya Kurd Teavun û Teraqî (1908)

Rojname di sala 1908 de li Stenbolê wek rojnameya Cemiyeta Kurt Teawin û Teraqî dest bi weşanê dike. Wek xwedî navê Teyfîkê Sulêmanî (Pîremêrd) derbas dibe. Bi tevahî 9 hejmar derketiyê. Bi zimanê Kurdî û Tirkî weşanê dike. Di rojnamê de gelek rewşenbîrên kurd wek Seyid Ebdulkadir û Seîdê Kurdî jî dinivîsên. Rojname di dawiya sala 1908 de tê girtin.

Rojnameya Şark û Kurdistan (1908)

Rojnameya "Şark ve Kurdistan" di sala 1908 de li Stenbolê dest bi weşanê kir. Rojname bi pirayî behsa Kurdên li balkanan dikir. Berpirsê rojnamê Ehmed Şerifê Herseki bû. Zimanê rojnamê Kurdî û Tirkî bû. Rojname bi tevahî çend hêjmar derketiye nayê zanîn.

Rojnameya Kurdistan (1908)

Duyemîn rojnameya Kurdistanê jî ji aliyê malbata Bedirxaniyan ve hatiye derxistin. Berpirsiyarê rojnamê, Kurê Alî Emin Bedirxan Ahmet Sureyya Bedirxan e. Rojname di sala 1908an de dest bi weşanê dike. Bi tevahiyê çend jimar derketiye nayê zanîn. Di sala 1909an de ji aliyê cemiyeta Îttihad û Teraqî ve hat girtin.

Rojnameya Peyam (1909)

Rojnameya Peyman di sala 1909 de li Amedê ji aliye Cemiyeta Îttihad û Teraqî ve tê derxistin. Rojname yekem rojnameya Amedê ye. Bi tevahî 12 hejmar dertê. Rojname bi Kurdî, Ermenîkî, Suryanîkî û Erebî weşanê dike. Rojname di heman salê de weşana xwe dide sekinandin.

Amidi Sevda (1909)

Rojnameya Amîdî Sevda di sala 1909an de li Amedê ji aliyê Elî Emîrê ve tê derxistin. Bi tevahî 6 hejmar derketiye. Weşana rojnamê bi zimanê Kurdî û Tirkî hatiye kirin.

 

Yekbûn (1913)

Rojnameya Yekbûn ji alyê komek xwendevanên kurd ve 1913an de li Stenbolê dest bi weşanê kir. Berpirsiyarê rojnamê yê giştî Îbrahîm Kurdî ye. Rojname di hefteyê de du car derdiket. Nivîs bi zimanê Kurdî û Tirkî derdiketin. Rojname bi tevahî çend hejmar derketiyê nayî zanîn.

Gazi Gazetesi (1919)

Rojnameya Gazî, di sala 1919an de li Amedê dest bi weşanê kir. Rojname wek rojnameya Cemiyeta Kurdistanê derdiket. Berpirsiyarê rojnamê Mirkatîzade Cemîl beg e. Di rojnameyê de nivîs bi Kurdî û Tirkî derdiketin. Rojname tenê sê hejmar derketiyê û di heman salê de weşana xwe qedandiye

Rojnameya Bangî Kurdistan (1922)

Rojnameya Bangî Kurdistan di sala 1922 de li bajarê Silêmaniyê dest bi weşanê kir. Rojname bi Kurdî, Farisî û Tirkî weşanê dike. berpirsê giştî yê rojnamê Mirliwa Mustafa Yalmukî ye. Rojname 20 hejmar derketiye.

KOVARÊN KURDÎ

Rojî Kurd  (1913)

Kovara Rojî Kurd di sala 1913 de li Stenbolê dest bi weşanê kir. Rojî Kurd ji aliyê cemiyeta Hêvî ya xwendevan ve dihat derxistin. Berpirsiyarê kovarê Abdulhekîmê Sulêmanî bû. Kovar bi tevahî 4 hejmar derket. Kovar ji aliye dewleta Osmanî ve hat hat qedexekirin. Kovar bi Kurmancî, Soranî û Tirkî weşanê dikir.

Hetawî Kurd (1913)

Kovara Hetawî Kurd wek berdewamiya Rojî Kurd e. Di sala 1913 de dest bi weşanê dike. Berpirsê weşanê Hemzeyê Miksî ye. Hetawî Kurd weşana xwe salek didomîne û bi tevahî 10 hejmar dertê. Kovar di destpêkê de mehê carek derdikeve lê bele piştê jimara duduyan 15 rojan carek derdike. Di kovarê de nivîs bi Kurdû Tirkî derdikevin.

Yekbûn (1913)

Kovara Yekbûn bi pişgiriya komeleya xwendevanên Kurd Hêwî derketiye. Wek berpirs navê Îbrahîn Kurd derbas dibe. Kovar hefteyê carek dertê. Kovar bi tevahî 30 hejmar dertê. Bi zimanê Kurdî û Tirkî weşanê dike. Di dawiya sala 1913 de weşana xwe da sekinandin.

Bangî Kurd (1914)

Bangî Kurd di sala 1914 de li bexdayê dest bi weşanê dike. Kovar weşana xwe bi Kurdî û Tirkî dike. Berpirsê giştî Cemaleddin Baban e. Bi tevahî çend hejmar dertê nayê zanîn. Kovar bi destpêkirina şerê cîhanê ya yekemîn weşana xwe dide sekinandin

Jîn  (1918)

Kovara jîn di sala 1918 de li Stenbolê dest bi weşanê dike. Bi tevahî 25 hejmar dertê berpirsiyarê bîst hejmara Hemzeyê Miksî ye, yên pênc hejmarên dawî jî Menduh Selîm Beg e. Kovar bi Tirkî û bi zarevayên Kurdî (Soranî û Kurmancî)  weşanê dike. Kovar di sala 1919 de ji ber zextên dewletê weşana xwe dide sekinandin.

Sputnik

 

Pirtûk û çapkirî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.