Karayilan: Niha ditirsin ku Kurdistana mezin ava bibe

Kereyilan dibêje vê emê biser bikevin
کوردستان TV
100%

Murat Karayilan li ser aloziya li Rojhilata Navîn ragihand ku pirsgirêkên azadiyê, demokrasiyê, wekheviyê û yê parvekirineke bê adilane heye, ji hêlekê ve însan birçî, perîşan in ji hêla din ve jî însan di kêf û zewqê de ne. Herwiha Karayilan li ser xirakirina goristana endamên PKKê jî diyar kir ku ev tiştekî bêexlekiye.

Endamê Komîteya Rêveber ê KCKê Murat Karayilan li ser helwesta Tirkiyeyê ya li dijî kurdan, goristana ayidê PKKyiyan ji aliyê hêzên dewleta tirk ve hatiye xerakirin û cenazeyên wan ji bo Saziya Tibê ya Edliyeya Stenbolê hatin şandin, şerê di navbera PKKê û dewleta Tirkiyeyê û pirsgirekên li Rojava û Rojhilta Navîn ji radyoya Dengê Welat re nirxandin.

Karayilan destnîşna kir ku, "Li herêma Rojhilata Navîn de pirsgirêkên bingehîn hene. Pirsgirêkên azadiyê, demokrasiyê, wekheviyê û yê parvekirineke bi adîl heye. Ji hêlekê ve însan birçî, perîşan û muhacir in û xwîn diherike.

 Ji hêla din ve jî însan di kêf û zewqê de jiyan dikin. Yanî bi rastî rewşa herêmê rewşekê wisa ye ku ji bo mirovatiyê pir cidî ye. Lê ji bo ku xelkê herêmê ji vê rewşê derkeve, divê ku ev şert û mercê îro heyî bike bingehê têkoşîna îradebûnê, têkoşîna azadî û wekheviyê. Di vê derheqê de hewldanên cidî hene."

Karayilan got: "Niha pirsgirêkên herêmê yên herî bingehîn yek jê jî pirsgirêka Kurdistan e. Dema pêvajoya şer li herêmê bi rê ket, dagirkeriya li ser Kurdistanê ketin tirs û xofê. Serpêşiya van jî Tirkiye dikşîne. Ew ditirsin ku xelkê Kurdistanê jî ji vê serdemê îstîfade bike, bigihîje mafê xwe, bigîhê statuyê û xwe azad bike. Ji ber ku gelê kurd bi rastî di vî şerî de derketin pêş. Îro serpêşiya şerê li dijî DIŞIê de kurd dikşînin. Paytexta DIŞIê Reqayê, kurdan xist.

DIŞI, li hemberî tevahiya mirovatiyê xeteriyek mezin e. Şerê li dijî DIŞIê ne tenê şerê herêmê ye, şerê mirovatiyê ye. Yanî ev rol û mîsyona civaka kurd pêş xist. Rol û mîsyona Têkoşîna Azadiya Kurdistan pêş xist. Îro dewletên di cîhanê de yên herî serekî ku ji wan re dibêjin "super", dixwazin bi hêzên kurd re hevbeşiyê bikin. Beriya vê tiştekê wisa tinebû, kesek li kurdan nedinêrî.

Yanî têkiliyên kurdan bi dewletan re tinebûn, lê bi îstîxbaratên dewletan re hebû, ango bi awayê fermî tine bû. Lê niha di Rojava de pêşveçûnê çêbû ye. Di astekê de hem bi têkiliyan, hem jî hemû cîhan bala xwe li ser e. Niha Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan dibêje, "YPG-PYD em qebûl nakin, di lîsteya terorê de ye" lê hemû cîhan wan di şerê li dijî rêxistina terorîst a DIŞIê de weke hêzên sereke dibînin û her kes dixwaze pê re hevkariyê bike. Yanî tirs û xofa Erdogan li ser Kurdistanê ji vê bû û ji bo wê niha pir ditirsin. Yanî ditirsin ku, Kurdistana mezin ava bibe."

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.