Îran dibêje Amerîka, Brîtanya û Siûdiye aloziyan li Îranê çê dikin.
Kanala dewletê ya Îranê ragihand ku do di xwepêşandanan de 9 kes hatine kuştin. Bi vî awayî hejmara kuştiyên xwepêşandanan rabû 22’yan.
Sekreterê Civata Bilind ya Ewlekarîya Neteweyî ya Îranê Alî Şamhanî diyar kir ku berpirsê bûyerên li Îranê diqewimin welatên bîyan in.
Şamhanî ji medyaya Lubnanê re da zanîn ku ‘’peyamên bo bûyerên li Îranê’’ ji Amerîka, Brîtanya û Erebîstana Siûdî tên
Şamhanî got: Ew tiştên em li ser sosyal medya dibînin, li dijî gele Îranê şerê wekaletekê ye’’
Serokkomarê Îranê Hasan Ruhanî jî gotibû ku ‘’divê protesto ne gef, lê wek fersendekê werin dîtin.’’
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin