Zilamekî Kurd li gel lavê xwe di nava yek polê dene

bav û law bi hevre di nava pola debistanekê de dixwînin
کوردستان TV
100%

Ev zilamê Kurd xelkê bajarê Mûsê ya Bakûrê Kurdistanê ye.

Li Haskoya navçeya Mûşê Yaşar Ozdenê 56 salî ku bavê 7 zarokan e, ligel kurê xwe Ozmen Ozden li heman zanîngehê lîsansa bilind dike.

Yaşar Ozdenê ku wekî Cîgirmidûrê Werziş û Xizmetên Ciwaniyê yê Navçeya Haskoyê dixebite, ligel salên xwe yên zêde perwerdeya xwe didomîne û nîşanî mirovan dide ku ji bo xwendinê salxurdetî ne asteng e.

Ozdenê ku Dibistana Bilind a Bedlîsê ya Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê û herwiha Beşa Birêvebirina Giştî ya Fakulteya Hîndekariya Dûr kuta kiriye, aniha jî ligel kurê xwe li Beşa Zanista Siyasetê û Birêvebirina Giştî ya Fakulteya Zanistên Îqtisadî û Îdarî ya Zanîngeha Mûş Alparslanê xwendekarê lîsansa bilind e.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.