Jineke genc agir berda laşê xwe

ew jin xelka rojhilatê Kurdistanê ye
کوردستان TV
100%

Jineke genc xelkê yek ji gundên bajarê Selasa Bawecanî bi sedema kêşeyên malbatî xwe şevitand.

Li gor jêderên ji Rojhilatê Kurdistanê  jineke genc xelkê gundê “tîn” a ser bi Selasa Bawecanî bi navê Hacer Sadiqî temen 26 salî hewla xweşevitandinê da, û dawî bi jiyana xwe anî.

Ew jina genc diya zarokekê ye, ku bi sedema kêşeyên malbatî, hawara xwe biriye ber xweşevitandinê.

Xwekujî û xweşevitandina jinan li bajarên kurdistana Rojhilat, bi tu awayî ji aliyê malperên hikûmetî ve nahê rûmalkirin, û piraniya xweşevitandin û xwekujiyên hevwelatiyên Kurdistanê veşartî dimîne.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.