YPG: Berpirsekî mezin yê DIŞIê kuşt

ev kesê han berpirsê teqîna Qamîşloyê bû
کوردستان TV
100%

Ev berpirs teqîna Qamîsloyê pêk anî bû.

YPG bi daxuyaniyekê ragihand ku rêberekî DIŞIê, ku êrîşa terorîstî ya 27’ê Tîrmeha 2016’ê li Qamîşlo plan kiribû, di operasyoneke taybet de li Dêrezorê kuştiye.

YPG dide zanîn ku ji hêzên wê yên antî-terorê, piştî şopandin û civandina îstixbarata derheqa wî bi mehan, plankarê êrîşa Qamişlo, Hisên Ayîd El Bilêbil Ebû El Welîd kuşt.

YPG bi berdewamî got: Wek plandanêrê êrîşên terorîstî li herêma Cizîrê, ew jî hucreyên razayî yên DAIŞ’ê yên li herêmê berpirs bû û di peqîna Qamişlo de ku wî plan kiribû gelek sîvîl hatibûn kuştin.

Welîd berê di nav Enîya Nusra de bû û di sala 2013’an de tev li DIŞIê bûbû. Piştî ku YPG deverên mayîn yên bin kontrola DIŞIê li Cizirê azad kiribû, ew jî wek fermandarekî bilind çûbû Reqa.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.