Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un, di axaftina xwe ya sersalê de rexneyên xwe yên dijî Amerîka dubare kirin û dîyar kir ku ‘’bişkoka çekên navokî’’ li ser maseya wî ye.
Serokê Koreya Bakur da zanîn ku çekên wan yên navokî digihêje temamê axa Amerîka.
Kim Jong-un got: Hemî axa Amerîka di menzîla çekên me yên navokî de ne û bişkokeke navokî her tim li ser maseya min e. Ew ne gefek e, rastîyek e’’
Kim Jong-un dîyar kir ku bo Olîmpîyatên Zivistanê ya 2018’an, ku dê li Koreya Başûr li dar keve, dibe ku ew şandeyekê bişînin. Wî da zanîn ku ew dixwazin bi Koreya Başûr peywendîyên xwe baştir bikin û derîyê dîyalogê vekirî ye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin