Ew çekdarên han cêyê heşda şebî digirin.
Di vê derbarê de jêderekî taybet ji dezgeha setelîta Kurdistanê re ragihand ku hijmareke zêde ji çekdarên hizbulaha Îraqê yaku beşeke ji hizbulaha Libnanê hatine Xurmatû û di cêyê çekdarên heşda şebî de hatine bicîhkirin.
Jêderê han diyar kir ku heta niha sedema hatina wan çekdaran nehatiye zanîn û artêşa Îraqê û çekdarên heşda şebî jî bînaya Qameqamtî vala kirine û têde çekdarên hizbulahê hatine bicîhkirin.
Weke tê zanîn di dema îxaneta Kerkûkê û dagîr kirina deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanî ji aliyê artêşa Îraq û çekdarên heşda şebî ve, Xurmatû jî hatibû dagîrkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin