Wezareta berevaniya hikûmeta demkî ya girêdayî opozisyona Sûriyê avakirina Artêşa Niştimanî ya Sûriyê ragihand û diyar kir, yek ji armanca wê artêşê şerê li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk e.
Doh 30yê Kanûnê li bajarokê Ezazê Artêşa Sûriya Azad (ASA) bi tevahiya yekîneyên xwe yên ku li bakur û rojhilatê Helebê dimînin civînek li dar xist.
Piştî civîna ku serokê hikûmeta demkî Ehmed Ebû Heteb jî tê de amade bû, hat ragihandin, wezareta berevaniya hikûmeta demkî, damezirandina Artêşa Niştimanî ya Sûriyê ragihandiye ku armanca wê jî şerê li dijî hikûmeta Sûriyê, terorîstên DIŞIê û herwiha Hêzên Sûriya Demokratîk e.
Di daxuyaniya opozîsyonê de hat ragihandin, artêşa wan sê feyleqan li xwe digire û biryar e polîsên serbazî û dadgeheke serbazî jî pêk bînin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin