Mîn bi ciwaneke Kurd re teqî bi tundî birîndar bû

ev ciwanê han xelkê Serpêl Zehawe
کوردستان TV
100%

Ev ciwanê han temena vî 15 saliye.

Ciwanekî Kurd ê xelkê bajarê “Serpêla Zehaw”ê bi sebeba teqîna mîn (mayîn)ê di bajarê “Şûş” a girêdayî parêzgeha “Xûzistanê” de birîndar bû.

Li gora nûçeya gihîştî Ajansa” Kurdpa”yê, êvara roja Şemiyê 2`ê Befranbara 1396`an, ciwanekî Kurdê xelkê bajarê “Serpêla Zehaw” yê bi navê “Daniyal Xedîw” temen 15 salî di devera (Çinane) “Fike” a girêdayî bajarê Şûş a ser bi parêzgeha “Xûzistanê” rastî bûyera teqîna mayînê hat.

Ev ciwanê Kurd xelkê Kirmaşanê li wir mijûlî karê şivanetiyê bûye,û dema ku mîhek diçe ser mîneke çandî ji aliyê hikûmeta Îranê ve, û ev mîn jî diteqe, û parçeyek ji vê mînê li wî ciwanê Kurd dikeve, rûyê wî ciwanî birîndar dike.

Hatiye zanîn ku, ew ciwanê Kurd piştî veguhastina ji bo nexweşxaneya “Nizam Maf”, niha jî li jêr çavdêriya pizîşkî de ye, û emeliyata çav jê re hatiye encamdan,û li gora gotina berpirsên nexweşxaneyê rewşa tendirustiya wî ne baş e.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.