80 postên îdarî li Kerkûkê ji Kurdan hatin stendin

zextên çedarên şîî li ser Kurdan didomin
کوردستان TV
100%

Çekdarên Heşda şebî bi berdewamî zextan li welatiyên Kurd dikin.

Endamê baskê 3 yê PDKê Kawe Ehmed ragehand ku piştî 16ê cotmehê bi fermana berpirsên Heşdî Şeibî ve li Kerkûkê 80 erk ji berpirsên kurd hatine wergirtin û dane ereb û tirkmenan.

Endamê baskê 3 yê PDKê amaje bi vê yekê dike ku bi fermana berpirsên Heşdî Şebî ve 80 erkên îdarî û leşkerî ji kurdan hatine wergirtin.

Herwaha diyar kir, ew erkên îdarî û leşkerî ji kurdan hatine wergirtin û hemû pêkhateyên Kerkûkê kirine armanc. Naha jî dixwazin bi temamî ew erkên kurdan bi jêhatîbûna xwe vergirtibûn, dixwazin wan ji kurdan bistînin. Herwaha berê rêveberê polîsê Daqûqê ku endamê YNKê bû, naha ji erk hatiye dûrxistin û hatiye girtin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.