Hate ragihandin ku îro şandeyeke ku ji dîwana serokatiya civata Wezîrên Iraqê Mehdî Elaq û Cîgirê Wezîrê Navxwe yê Iraqê Eqîl Xezelî pêk te serdana Hewlêrê dikin û bi Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Kerîm Şingalî re dicivin.
Her du berpirsên Iraqî wê pirsa vegera mişextan û beşdariya wan di hilbijartinan de, li gel berpirsên Herêma Kurdistanê gotûbêj bikin.
Ev yekem serdana berpirsên iraqî ye ji bo Herêma Kurdistanê piştî bûyerên 16 Cotmeha derbasbûyî.
Ev bûn çendîn sal nêzîkî du milyon mişextên navend û başûrê Iraqê li Herêma Kurdistanê bicî bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin