Li Tirkiyeyê bi hezaran kes hatin îxrackirin

ixrac kirina karmendan li Tirkiyeyê didome
کوردستان TV
100%

Du biryarnameyên nû hatin derkirin û zêdetir ji du hezar kesan hatin îxrackirin.

Li Tirkiyeyê bi du biryarên nû ên di hikmê qanûnê de 2 hezar û 76 kes hatin îxraçkirin û hin sepandinên nû ketin merîyetê.

Xetabên Ji bo karkerên taşeron û Ji bo kesên girtî, di cil bergên wan de guherîn pêk werin di biryarê de cîh girtin.

Li gorî KHKya nû kesên ku mudaxeleyî hewldana darbeya leşkeri û ‘çalakiyên piştî darbeya leşkerî' kirine dê neyêne darizandin û neyêne cezakirin.

Qeymeqamê Şirnexê yê berê Kadir Guntepe jî di KHKyê de di nav kesên ku hatin îxraçkirin de bû. Guntepe bi hinceta nûsazkirina rêxistinê de di derheqê wî de lêpirsîn hatibû vekirin, paşê hatibû girtin.

Her wiha hêjayê gotinê ye ku qeymeqamê berê yê Bêşebabê Kadir Guntepe gelek caran li ser hesabê xwe yê Twitterê gef li Parlamenterê Şirnexê yê HDPê Ferhat Encu xwaribû û bi van gefxwarinên xwe hatibû rojevê.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.