Di encama êrîşê de herî kêm 18 polîs hatine kuştin.
Çekdarên tevgera Şebab li Mogadîşu ya paytaxta Somalî dijî akademiya polîsan êrîşeke xwekujî pêk anî.
Li gor çavkaniyên nûçeyan di êrîşê de 18 polîs hatin kuştin û 15 polîsên din jî birîndar bûn.
Çavkaniyên nûçeyan li ser zarê şahêdên êrîşî belav kirin ku êrîş dema ku polîs bo merasîma sibê kom bûbûn pêk hatiye.
Cîgirê berpirsê Polîsan Muktar Hussein Afrah ji rojnamevanan re da zanîn ku êrîşvan bi cilên polîsan ketiye nava akademiyê û êrîş pê kaniye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin