Xewn û Xeyal"ên Jorge Luis Borgesî wergera Kurdî hate kirin

kitêba Lois Borgesî wergera Kurdî hate kirin
کوردستان TV
100%

 

Ciwanmerd Kulekî kitêba Lois Borgesî ya bi zimanê Spanî wergerandiye zimanê Kurdî û Weşanxaneya avestayê weşandiye.

Jorge Luis Borges yek ji mezintirîn nivîskarên sedsala bîstan e. Kêm nivîskaran bi qasî wî bandor li edebiyata piştî xwe kir. Borges, her wiha, yek ji mezintirîn xwendevanên vê sedsala bihurî bû. Eşqa wî ya

xwendinê û kitêban eger ji a nivîsandinê ne pirtir bû ne kêmtir bû. Azmûna wî ya dûdirêj a xwendinê, bê mibalexe, edebiyata berî xwe jî  afirand, bi şiroveyeke xweser gelek nivîskar û metnên di qorziyan de

derxistin, û bi tevn û rohniyeke nû vejandin.  Wî gerdûn wek kitêbxaneyekê disêwirand, û di çîrok û meselên xwe de li pey avakirina gerdûn û cîhanên cihêreng bû. Bêguman berhemên wî yên mişt xeyal û

afirînerî dê ji dinyayê ne temenkurttir bin.  Me 14 çîrokên bijare ji berhema wî ya navdar Ficcionesê wergerandin û çîroka wî ya girîng  Aleph jî tevlê kir û guldesteyek ji afirandina vî hostayê mezin bo

xwendevanên kurdî amade kir. Ev wergera ku bi têbîniyên raveker û ferhengoke fireh hatiye

zengînkirin, divê di kitêbxaneya her xwendevanî de hebe.

Pirtûk û çapkirî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.