Hunermendeka Kurd bi 11 zimanên cuda distire

ew hunermend xelkê Tatwanê ye
کوردستان TV
100%

Hunermenda Kurd Rewşan Çelîker bi çar enstrûman û 11 zimanan distire.

Stranbêja kurd a ji Tetwanê, Rewşan Çelîkerê li ser stranbêja navdar a fransî Êdith Piafê teza masterê nivîsîye, di şanoya bimûzîk de(musica teatral) dilîze, bi çar enstrûman û 11 zimanan distire.

Di bin ronahiya zerîn de jineka porxelek li pêşberê haziran sekinî, çawa ku mûyên arşeyê* bi kemanê ve anî pêlên mûzîkê li dinyaya xeyalan herikî. Hemî dengan xwe teslîmî xweşiya mûzîkê kirin.

Dengê civata li Konsûlxaneya Siwêdê ya Stenbolê ji nişkê ve sekinî, gelek ji haziran telefonên xwe derêxistin û dest bi qeydê kirin.

Piştî gotina stranan guhdarekê got wê bi kamêreya telefona xwe stran qeyd kirin  ji ber ku divîya  xweşiya mûzîkê û akustîka li wê avahiyê ne bi tenê carekê bibûya nesîbê wê, divîya di dinyaya wê ya dîjîtal de bihatiya parastin.

 

 

Mûzîk

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.