Artêşa Tirkiyeyê sînorê Kurdistanê derbas kir

di navbera artêşa Tirkiye û PKKê de şer qewmiye
کوردستان TV
100%

Şeva din jî du balefirên artêşa Tirkiyeyê kempên pkkê li devera Biradostê bordiman kirin.

Di vê derbarê de Îhsan Çelebî birêvebirê nahiyeya Sîdekan ji dezgeha setelîta Kurdistanê re diyar kir ku piştî şeva din du balefirên artêşa Tirkiyeyê bi tundî hin deverên ser bi nahiyeya Biradost bordiman kirin, artêşa Tirkiyeyê bi rêya kopteran bi sedan leşkerên xwe aniye ser hin çiyayê deverê û liwir daniye.

Îhsan Çelebî herwiha diyar kir ku ew leşkerên han li ser çiyayê Ketkîn heta Şaneşan di nava axa Kurdistanê de hatine bicîhkirin.

Çelebî herwiha diyar kir ku li devera çiyayê Rûbarokê jî yaku artêşa Tirkiyeyê hêzên xwe bi qasî 10km derbasî nava axa Kurdistanê kiriye şer û pevçûn di navbera pkk û artêşa Tirkiyeyê de qewmiye lê heta niha derbasê zirar û ziyanên vê şerê de ti zaniyarî nehatine belavkirin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.