Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlud Çavuşoglu derbarê ragihandina Qudsa Rojhilat wek paytexta Filistînê û standina S-400î ji Rûsyayê de daxuyanî da.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlud Çavuşoglu diyar kir ku ji bo naskirina Qudisa Rojhilat wek paytexta Filistînê çi ji destên me bê, em ê bikin. Îro em dizanin ku hin welatên Ewrûpayê dixwazin Filistîn wek dewlet nas bikin. Li cîhanê biryareke cidî heye. Divê em vê yekê pêk bînin. Me di lûtkeya Teşkîlata Hevkariya Îslamê de çirûsk pê xist. Biryarên ku hatin dayîn di konseya Wezaretên Karên Derve û deklerasyona hevpar de jî hene.
Çavuşoglu li ser standina pergala parastina mûşekên S-400î de jî destnîşan kir ku ti pirsgirek tine ne. Li ser dayîna krediye me li hev kirine. Tenê naverok mane. Dema ev yek qediyan dibe divê hefteyê de peyman bê îmzakirin. Çawa me endezyarên xwe ji bo avakirina santrala nukleerî perwerde kir, dê bi hewam şêwazê di avakirinû bikaranîna S-400î de em ê leşker û personelên xwe perwerde bikin.
Di dema avakirinê de dibe personel ji Rûsyayê bên û dema xebatên xwe temam kirin dê vegerin welatê xwe. Ev yek nayê meneya ku Rûsya leşkerên xwe li welêt bicih bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin