Serokwezîrê Kurdistanê li gel aliyên siyasî yên mesîhî civiya

Serokwezîr guhdariya welatiyên mesîhî kir
کوردستان TV
100%

Şandeyeke hikûmeta Kurdistanê bi Serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan  Barzanî û Cîgirê serokwezîrê Kurdistanê Qubad Talebanî, li Hewlêrê, digel aliyên siyasiyên kildan, siryan, aşûrî û ermen yên Herêma Kurdistanê civiyan.

Di civînê de, parastina mafên hemû pêkhateyan wekhev, hikûmeta Herêma Kurdistanî cidîtir li ser dabînkirin û bergirîkirin ji wan mafan li gor yasa û destûrê û hebûna kesên ji wan pêkhateyan di warên cuda de, hatin gotûbêj kirin.

Beşdarên civînê dilgiraniya xwe li hember ew reşwa li Deşta Neynewa heye nîşan da û daxwaz ji hikûmeta Îraqê kir ku hêzên leşkerî û emnî li wê deverê kêm bike û hiûmeta Herêma Kurdistanê jî  ji bo parastina emniyeta wê deverê gavan pavêje.

Nêçîrvan Barzanî got ku ew pêkhateyên li Herêma Kurdiatanê nekêmnetewene, lê ew pêkhateyên resen in û reh û rîşalên dîroka wan li vî welatî ye, divê hemû mafên wan bi yasa bên dabînkirin û di hemû waran de hest bi hebûna xwe bikin û daxwaz, gilî û gazindeyên wan bi rewa zanî û got ku ew dê daxwazî û giliyên wan bişopîne û lêkolîn bike.

Serokwezîr behsa aramî û asayîşa Herêma Kurdistanê kir û got ku ji ber wê aramî û asayîşa li vir heye pêkhateyên cuda ji deverên cudayên Îraqê ji bo parastina xwe hatine herêma Kurdistanê û hikûmeta Herêma Kurdistanê jî, tevî rewş xerapa êkonomî, di alîkarîkirina wan de kêmasî nekiriye.

Barzanî daxwaz ji aliyên kirîstiyan kir yekêtî û yekrêziya xwe biparêz in û bi wê yekrêzî û yekêtiyê dê bikaribin civaka xwe zêdetir ber bi pêş bibin û tesîra wê dê li ser pêşkeftin û serkeftina civaka Kurdistanê jî, bi awayekî giştî, bibe.

Çend pirsên girêdayî rewşa îdarî, siyasî û emniya Herêma Kurdistanê di civînê de hatin nirxandin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.