Dohê êwarê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê nû yê Îtalyayê yê li Bexdayê Bruno Antonio Pasquino û Konsulusa giştî ya Îtayayê ya li Kurdistanê Sirina Moroni kir.
Di civînê de balyozê nû yê Îtalyayê hêvî xwest ku têkeliyên navbera Herêma Kurdistanê û Îtalyayê di hemû waran de zêdetir pêş bikevin û got ku, divê çarçoveyê de ew amadeye hevkariyê bike. Wî biqedir û hûrmet ve behsa pêşmerge û xelkê Kurdstanê kir û got ku tevî ku ew rastî rewşeke dijwar hatinê, lê pêşkeftin berdewam in.
Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya destbikarbûna Bruno Antonio Pasquino weke balyozê nû yê Îtalyayê li Îraqê kir, hêviya serkeftinê jê re xwest û ji bo hevkarî û alîkariya pê re, berheviya xwe nîşan da. Barzanî kar û xebatên balyozê berê û konsula giştiya Îtalyayê li Herêma Kurdistanê bilind nirxandin.
Serokwezîr asta têkeliyên navbera Îtalya û Kurdistanê bilind nirxand û got ku, Herêma Kurdistanê dixwaze wan têkeliyan di hemû waran de, bi taybetî di warê bazirganî û aborî de, zêdetir pêş bixe. Serokwezîr hêvî xwest ku rewşa herêmê bi giştî û ya Îraqê bi taybetî ber bi arambûnê biçe û sermayedarên îtalyayî bikaribin li Îraq û Herêma Kurdistanê sermayerazandinê bikin.
Nirxandina têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê miajreke din ya civînê bû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin