Osman Baydemîrî li Meclîsa Tirkiyeyê got: ez nûnerek im ku ji Kurdistanê hatime.” Meclîsê 12 hezar Lîreyên Tirkan cezayê pereyî û cezayê du caran beşdarnebûna Lijneya Giştî da wî.
Wekîlê Rûhayê yê Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) Osman Baydemîrî di civîna li ser bûtçeyê de got: Ez wek lawekê kurd, wek nûnerekê ji Kurdistanê hatî dixwazim ev avahî ya kurd û tirkan be.”
Ji ber gotinên Baydemîrî meclîsê 12 hezar Lîreyên Tirkan(TL) cezayê pereyî û cezayê du caran beşdarnebûna Lijneya Giştî dan wî.
Wekîla Serokê Meclîsa Tirkiyeyê, Ayşenûr Bahçekapiliyê ji Baydemîrî pirsî: Kurdistan kû der e?”
Baydemîrî ji wekîla serokê meclîsê re got: Aha ev der e berrêza serok, aha ev der Kurdistan e.”
Dema kû Bahçekapiliyê ji Baydemîrî xwest ew ji meclîsê derbikeve wî nîşana serkeftinê(çotên tiliyan) nîşan da û derket.
Parlamenterê ji HDPyê Mîthat Sancarî da zanîn ku qedexekirina navê Kurdistanê nijadperestî ye. Li ser vê yekê seroka meclîsê îdia kir ku Baydemîrî gotiye “ez parlamenterê Kurdistanê me.”
Li gor qeydên meclîsê Baydemîrî gotiye “wek nûnerekê ji Kurdistanê hatî.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin