Amerîka: Emê ji bo cîbicîkirina destûrê piştgirî bidin Kurdan

Amerîka dibêje bo cîhbicîh kirina destûrê piştgîriya Kurd dikin
کوردستان TV
100%

 Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson ragihand, ku welatê wî piştevanê Kurdan bûye û her piştevan jî dimîne û got: “Emê ji bo cîbicîkirina destûra Iraqê emê piştgiriyê bidin Kurdan, ku ti caran destûr bi temamî nehatiye cîbicîkirin. Eger destûr were cîbicîkirin dê hinek daxwazên Kurdan jî pêk bên.”

Wezîrê derve yê Amerîka Rex Tillerson di panêlekê de li peymangeha Atlantîk a Washingtonê ragihand, ew di rûbirûbûna terorê de li Iraq û Sûriyê serketî bûne.

Rex Tillerson diyar kir: “Siyaseta Amerîka herdem li gel Iraqeke yekgirtî bû lê weke tê zanîn giştpirsiya serxwebûnê ya ku berpirsên Kurd berî mehan li herêma Kurdistanê encamdan, parçekirina wê Iraqa yekgirtî bû. Niha jî em kar li ser wê  proseyê dikin ku Hewlêr û Bexda piştrast bin da ku herdu alî bihevre bimînin.”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê herwiha got: “Em piştevaniya nehiştina aloziyan û destpêkirina gotûbêjan li gorî destûra Iraqê dikin, ku ti carî ew destûr bi temamî nehatiye bicihkirin. Em li pişta kurdan bûn û herweha dimînin. Eger bi temamî destûr bê bicihkirin, dibe ku hinek daxwaz û giliyên Kurdan pêk werin û em bi hêvî ne, ku ew siyaset bibe sedema yekgirtina Iraqê.”

Tillerson da xuyakirin, ku ew dê li welatên weke Lîbya û rojhelatê Asyayê jî tekoşînê berdewam bikin û got, ku Amerîka dê nehêle Koreya Bakûr gefên xwe berdewam bike û dê hikumeta wî welatî were cezakirin.

Rex Tillerson derbarê Rûsiya jî got ku ewê peywendiyên xwe ligel wî welatî asayî bikin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.