Şêwirmendê Ewlekariya Netewî yê Serokê Amerîkayê dibêje, piştevanên nû yên îdeolojiya tund a Îslamî niha Tirkiye û Qeter in.
Li gor nûçeya Rojnameya “The National”, Şêwirmendê Donald Trump Herbert Raymon McMaster, li paytexta Amerîka beşdarî bernameyek bû û got, li hember Amerîka di asta cîhanê de 3 gef hene.
Herwaha got, metirsiyên yekemîn Çîn û Rûsya, ya duyem Îran û Koreya Bakûr ku piştevaniya terorê dikin û li dûv çekên komelkujî ne û ya sêyem jî rêxistinên tund ên cîhadî ne ku Qeter û Tirkiyê piştevaniya wan dikin.
Da zanîn, niha li Tirkiyê AK Partî fişarên mezin danîne ser civaka sivîl û hemû hêz di destê xwe de kom kiriye û ev yek dibe sedem ku Tirkiye bi awayek lezgîn ji Rojavayê dûr dikeve
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin