Wezîrê Karê Derve yê Ermenistanê Edûard Nalbandiyan ragihand ku dê protokolên ji bo normalîzebûna têkliyan ên ku di sala 2009an de bi Tirkiyeyê re hatin îmzekirin betal bikin.
Li gorî ragihandina Wezareta Karên Derve ya Ermenistanê, Nalbandiyan diyar kiriye ku hin protokol ji aliyê wezîrên karên derve ve di sala 2009an de ji bo normalîzebûna têkiliyan hatine îmzekirin.
Nalbandiyan destnîşan kiriye ku ji bo protokolên hatine îmzekirin bikevin meriyetê divê ji aliyê parlamentoyê ve werin erêkirin, lê heta niha protokol nehatine erêkirin. Ji ber ku Tirkiyeyê hin şertên li dijî protokolan pêşkeş kirine. Serokê Dewleta Ermenistanê (Serj Sarkîsyan) di meha Îlonê de eşkere kir ku dê protokol derbasdar nebin. Ji wê demê heta niha bo meriyeta protokolan gavên erênî nehatin avêtin. Ji ber vê yekê, em ê bihara 2018an bê protokol pêşwazî bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin