Li Sûriyê ji hêzên parastvanên Şoreşa Îranê ji şaxa Tûgayên Fatîmîyûn 3 leşker hatin kuştin. Li gor ajansa Tesnîmê Hemîd Huseynzade li bajarê Meşhedê bi merasim hart definkirin.
Her du leşkerên din yên bi navên Emîn Huseynî û Seyîd Nebî Huseynî wê roja pêncşemê li Esfahanê bi merasim bên definkirin.
Fatîmîyûn ji Afxaniyên ku koçî Îranê kirine hatiye danîn. Di şerê Sûriyê de her tim li sefa peş ji bo rejîma Sûriyê şer kirine.
Texmînî heya niha li dora 2400 leşkerên Îranê di şerê Sûriyê de hatine kuştin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin