Serokwezîra Brîtanyayê dibêje kêfxweş dibin eger li Londonê Barzanî bibînim.
Nivîsgeha Serokwezîra Brîtanyayê belav kir ku Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May telefûna Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kiriye.
Li gor daxuyaniyê May di peywendiya han ya telefûnî de tekez li ser vê yekê kiriye ku Brîtanya berdewame li ser helwesta xwe ya bo parastina yekparçeyiya axa Îraqê û bi başî pêşwaziya helwesta Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ya bo rêz girtin ji biryara dedgeha destûra Îraqê ya derbarê referandumê de kiriye.
Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku May diyar kiriye ku Brîtanya berdewam dibe li ser xebatên xwe yên bo parastina maf û nasnameya gelê Kurd di çarçoveya destûra Îraqê de.
Di berdewamiya peywendiya han ya telefûnî de tekez li ser girîngiya diyalogê li gel Bexda û gehêştina her du aliyan bi lihev kirinek hatiye kirin û May diyar kiriye ku hêvî dike di çarçoveya mekanîzmeke hevbeş de bilez balefirgehên Hewlêr û Silêmanî werin vekirin.
May kêfxweşiya xwe ya li hember hevdîtina xwe ya li gel Serokwezîrê Kurdistanê li Londonê diyar kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin