Belgefîlmê "Bîra Mi' Têtin" di Festîvala fîlman a Babelê de xelat stend

fîlma Kurdî di 5mîn festîvala Babîlê de xelat stend
کوردستان TV
100%

Fîlmê Selim Yildiz yê bi navê "Bîra mi' Têtin" ku li ser komkujiya Roboskiyê, jiyana rojane û bazirganiya ser sînoran radiweste di 5emîn Festîvala Fîlma a Babelê de xelata ‘Diari Di Cineclup' stend.

Derhêner Yildiz ji Sputnik Kurdistanê re axivî û got, "Dema ku çîrokeke min (film) ji deverekê xelatekê bistîne ligel hemû kêmasiyan ez ji xwe re dibêjim ku bi herhal ez ji bin vî barî rabûme, ev yek min şad û bextewar dike."

Yildiz diyar dike ku fîlm li ser komkujiya Robokiyê, jiyana rojane û bazirganiya ser sînoran e û wiha axivî, "Malbatên Roboskiyê jî bi filmî û bi xelatê kêfxweş bûn. Ez bawer im ew ji me bêhtir dişopînin. Hindek caran ew bi xwe me agahdar dikin. Ev bû 6 sal. Bi malbatên li wir têkiliyên me xurt in. Lewra hemû bûyeran bi me re parve dikin. Em heman êş û azaran dikşînin lê bextewariyên me yên piçûk jî çêdibin elbet. Bo nimûne, em bi hevre ji piçûkên nûhatî re navan dibînin."

Sînema

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.