Balefirên Îraqê derdora Xurmatûyê bordiman kirin

dilxwazên Kurd çekdarên heşda şebî tengav kirine
کوردستان TV
100%

Artêşa Îraqê bi  balefiran navçeyên derdorê Xurmatûyê bordiman kir.

Ev çend seate ku çekdarên heşda şebî dest kirine bi topbaran kirina dilxwazên Kurd li Xurmatû û derdorê, li hember de jî dilxwazên Kurd bersifa êrîşên heşda şebî didin jiber vê çendê jî artêşa Îraqê bi balefirên şer dest kiriye bi bordiman kirina gund û navçeyên derdorê Xurmatûyê bi taybetî navçeya dawdî.

Her di vê derbarê de peyvdarê heşda şebî li vê mihwerê Elî Husênî ji kanala Bexda re diyar kiriye ku ew dilxwazên han hêzeke mezin yên Kurdîne û li çiyayê Hermînê bicîh bûne û îro heft top avêtine bajarê Xurmatûyê.

Elî Husênî herwiha diyar kir ku me daxwaz ji Bexda kiriye daku hêzeke zêdetir bo me bişîne û bi balefiran jî ew deverên han bordiman bike.

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.