Çavuşolu: Kampa Başîqê niha ne di rojevê da ye

Tirkiye dibêje em li ser vexwandina Îraqiyan çûn Başîkê
کوردستان TV
100%

 Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu: "Amanca me ya wir (Kampa Başîqayê) ne binpêkirina yekîtiya xaka Iraqê û pêpeskirin an jî tunehesibandina qanûnên wan e. Armanca me têkoşîna dijî DIŞIê ye ku jixwe em li ser vexwendina wan çûbûn."

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu der barê Kampa Başîqayê da wiha got, "Amanca me ya wir (Kampa Başîqayê) ne binpêkirina yekîtiya xaka Iraqê û pêpeskirin an jî tunehesibandina qanûnên wan e. Armanca me têkoşîna dijî DIŞIê ye ku jixwe em li ser vexwendina wan çûbûn."

Çavuşogluyê ku li ser şaşeya NTVyê rojev nirxand, ji bo pirsa gelo çi planeke Tirkiyeyê heye ku hejmara leşkerên xwe yên li Kampa Başîqayê kêm bike, wiha got, "Kampa Başîqayê niha ne di rojevê da ye."

Çavuşoglu diyar kir ku ewê bi dostane mijarê bi rêveberiya Iraqê ra gotûbêj bikin û herwiha bal kişand ku armanca Kampa Başîqayê, li dijî DIŞIê perwerdekirina hêzên herêmî ye.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.