Mesrûr Barzanî: Hîn jî Bexda rêbazên leşkerî bo çareser kirina kêşeyan ne xistiye aliyekî

Balyozê Almanya dibêje emê piştgîriya xwe bo Kurdistanê bidomînin
کوردستان TV
100%

Mesrûr Barzanî û balyozê Almanyayê li li Bexdayê civiyan.

Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Almanyayê yê li Bexdayê Cyril Nunn û şandeke pê re kir.

Di civînê de behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Almanya, rewşa dawî ya deverê û kêşeyên navbera Hewlêrê û Bexdayê hate kirin.

Derbarê aloziyên navbera Hewlêr û Bexdayê de balyozê Almanyayê yê li Bexdayê Cyril Nunn helwesta welatê xwe ya bo piştgîrî kirina bilez destpê kirina diyalogê li ser esasê destûra bingehîn diyar kir û got: Emê hewldanên xwe zêdetir bikin daku rewşa heyî ji vê qirîzê derbikeve û dest bi diyalog û giftûgoyê were kirin.

Cyril Nunn herwiha diyar kir ku Almanya piştgîriya Kurdistaneke bihêz û pêşkeftî û herwiha mafên destûrî yên Kurdistanê li Îraqê de dike.

Di berdewamiya civînê de Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî hevdem li gel bilind nirxandina rola Almanyayê ya bo piştgîrî û hevkarî kirina Kurdistanê, tekez li ser bandora civaka cîhanî bo yek alî kirina kêşeyên navxweyî yên Îraqê kir û got: Kurdistan dixwaze şaştiyên berê li Îraqê de neyên dubarekirin jiber ku dibin sedema zêdetir bûna alozî û nearamiyê û derfet bo derketin û bihêz bûna terorê xweş dike û ew yek jî dibe sedema kêşeyên zêdetir hem bo deverê him jî bo civaka cîhanî.

Derbarê rewşa nabera Hewlêr û Bexdayê de jî Mesrûr Barzanî got: Bexda xwe ji diyalogê vedişêre û îşaretên meydanî jî yên ku di wan rojên dawî de hatine dîtin ew yek îsbat dikin ku desthilatdarên Bexdayê hîn jî bikar anîna rêbazên leşkerî bo çareser kirina kêşeyan dibînin û ew rêbazên han nexistine aliyekî ve û ew îşaretên han jî gelek metirsîdarin û gef li aramiya tevahiya deverê dikin.

Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de diyar kir ku Kurdistan dixwaze diyalog û danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê bilez destpê bikin û zext û gemaroyên ser Kurdistanê werin hilweşandin û aştî û aramî li deverê de were bicîhkirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.