Li Hewlêrê sê diz hatin girtin

polîs dibêje li Behirke, pîrzîn û Şaweysê dizî kirine
کوردستان TV
100%

Polîsê Hewlêrê dibêje pere, eşyayên nav malan dizîne.

Îro navenda nehêştina tawanan ya li Behirkê ya ser bi Hewlêrê daxuyaniyek weşand û tê de diyar kir ku hêzên polîs karîne sê ciwanên ku temena wan di navbera 18 û 20 salane binçav bike.

Di daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku ew her sê gencên han bihevre tîmeke dizî kirinê damezrandine û heta niha çend car ji mal, dikan û cêyên curbicur yên xelkê de dizî kirine.

Di beşeke din ya vê daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku ew her sê dizên han heta niha pereyeke gelek zêde ji xelkê dizîne û ji bilî pere jî gelek eşya û tiştên nav mal û dikanên xelkê jî dizîne.

Di berdwamiya daxuyaniya polîs de hatiye gotin ku ev her sê dizên han hijmareke zêde mator jî dizîne û piraniya kiriyarên xwe li devera Pîrzin ya ser bi Hewlêrê ve pêk anîne.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.