Di festîvalê de gelek hunermendên Rojhilatê Kurdistanê beşdar bûn.
6mîn festîvala çand û hunerî a Kurd, li bajarê Merîwanê de bi beşdariya hunermendên Kurd hate lidarxsitin.
Roja 18`ê Sermawêza 1396`an, li bajarê Merîwanê de bi beşdariya hunermendên Kurd, festîvalek li jêr navê geşekirina çand û hunera neteweya Kurd bi rê ve çû.
Ev festival han li hola Zagros a bajarê Merîwanê de hate lidarxisitin, ku tê de hunermendên bajarên Kirmaşan, Îlam, Mehabad, Silêmanî, Hewraman û Merîwanê bi armanca geşepêdan bi çand û kultura neteweya Kurd beşdarî kiribûn.
Di beşeke din ya vê festîvalê de, hunermendên Kurd, beşek ji çand û huner û kultura deverên xwe ji beşdarên vê rêûresmê re nîşan dan.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin