Pûtîn serdana Sûriyeyê kir û daxwaza vekêşana hêzên Rûsî kir

Pûtîn fermana vekêşanê da hêzên Rûsî yên li Sûriyeyê
کوردستان TV
100%

Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn îro serdana Sûriyeyê kir û li  gel Serokê Sûriye Beşar Esed civiya.

Piştî vê civîna han jî Pûtîn serdana navenda leşkerî ya hêzên Rûsî ya li Hemîmînê kir û li gel rayedarên leşkerî yên Rûsî civiya.

Di vê civînê de Pûtîn daxwaz ji Fermandar û rayedarên leşkerî yên Rûsyayê kir daku hêdî hêdî xwe bo vekêşan ji Sûriyeyê amade bikin.

Pûtîn di gotareke xwe de yaku li Hemîmînê ji bo leşkerên Rûsî pêşkêş kir got: We kariye ku metirsîdartirîn tevgerên terorîstî yên cîhanê ji nav bibin û piştgîriyeke baş pêşkêşî hêzên leşkerî yên Sûriyeyê bikin û niha erka we yaku ji we re hatibû diyarkirin bi dawî hatiye û dema vê yekê jî hatiye ku hun xwe amade bikin daku hêdî hêdî vekêşin.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.