Operasyonên leşkerî yên Artêşa Tirkiyeyê li bajarên kurdan dewam dike. Hate ragihandin ku li bi dehan gundên bajarên Bitlîs û Mêrdînê bi hinceta operasyona leşkerî derketina derve hatin qedexekirin.
Li 4 gundên navçêya Nisêbînê ya Mêrdînê û li 12 gund û 3 taxên navçeyên Tetwan û Motkan a Bitlîsê qedexeya derketina derve hat ragihandin.
Li gorî agahiyan, li gundên Taşkoy, Kalelî, Yakinca û Guzelsû yên Nisêbînê, ji danê vê sibehê û pê ve derketina derve hatiye qedexekirin.
Li navçeya Kerboranê jî, di çarçoveya heman operasyonê de li gundên Degerlî û Kilavûzê derketina derve hate qedexekirin.
Walîtiya Bitlîsê, li 3 gund û taxeke Motkan, 9 gund û 2 taxên Tetwanê, saet di navbera 16:00-07:00 de derketina derve qedexe kir. Cihên derketina derve lê hatine qedexekirin ev in: Motkan: Yazicik, Yûvalidam, Kayran û Aksû. Tetwan: Uzumlu, Anadere, Sungurlu, Kulbasti, Odabaşi, Teknecîk, Sallica, Boblesur, Donertaş, Komurlu û Aktoprak.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin